Qasim Simêl: Êdî em çaverêya cîbicîkirina madeya 140 nakin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Simêl ragihand ku, tenê Serok Barzanî xemxurê Şingal û xelkê wê bû, Hikûmeta Iraqê tiştek ji Şingalê re nekir, lewma pêwîst nake ji niv re em li hêviya madeya 140ê bin, û biştî rizgarkiirna Şingalê pêwîst e devera me bi yekcarî vegere ser Herêma Kurdistanê û bibe parêzgeheke din ya Kurdistanê.
Qasim Simêl Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Amadekarî jib o rizgarkirina Şingalê bi yekcarî hatiye kirin û di demeke nêzîk de dê ew pilan têkeve warê cîbicîkirinê de û tevahiya axa bajarokê Şingalê bi serperiştiya Serok Barzanî ji terorîstan tê rizgarkirin.”
Herwiha got: “Tenê Serok Barzanî xemxurê Şingal û xelkê wê bû, Hikûmeta Iraqê tiştek ji Şingalê re nekir, lewma pêwîst nake ji niv re em li hêviya madeya 140ê bin, û biştî rizgarkiirna Şingalê pêwîst e devera me bi yekcarî vegere ser Herêma Kurdistanê û bibe parêzgeheke din ya Kurdistanê.”




