26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. Çekdarên DAIŞê ji gundên derdora Kobanê direvin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- jêderekî pilebilind ê Hêzên Pêşmerge ragihand ku, terorîstên DAIŞê ji gundên derdora Kobanê derdikevin û giraniyeke DAIŞê ya wisa nemaye û Hêzên Pêşmerge û şervan bi mêrxasî pêşve diçin.

Jêderekî pilebilind ê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Agahî ketine destê me de ku terorîstên DAIŞê tevahiya gundên li derdora bajarê Kobanê valakirine.”

Heman jêder rola Hêzên Pêşmerge di rizgarkirina Koabnê bilind nirxand ku bi mêrxsî bi wî erkî rabûn û ew bajêr piştî şerekî 100 rojî de rizgar kirin û niha rolekî baş di rizgarkirina gundan de dibînin, ku heta niha wazn û şervanan 40 gund rizgar kirine.

Herwiha Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Mislih Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê li gundên Kobanê nema Karin xwe li ber hêzên kurdî bigirin û xwe biparêzin, ku eger berbestek li pêşiya me hebe, tenê bombe û mayîn in ku nahêlin em bi hêsanî pêşve biçin.”

Nûçeyên têkildar