26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ermenistan konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serkowezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulusê Komara Ermenistanê yê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Konsulusê Ermenistanê eşkere kir ku di meha Hezîranê de wê Konsulusxaneya Ermenistanê ya li Hewlêrê were vekirin û di dawiya vê mehê de jî her hefte du car geştên asmanî yên Ermenistanê yên bo Kurdistanê destpê bikin.

Îro sêşemê 3/2/2015 li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî Konsulusê Komara Ermenistanê yê li Bexdayê Karin Grigorian kir.

Di hevdîtinê de her du alî behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Ermenistanê û herwiha çawetiya bihêztir kirina peywendiyên han kirin û behsa lihev nêz bûna çanda gelê Kurd û Ermenistanê hate kirin.

Her di hevdîtina han de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime peywendiyên navbera Kurdistan û Ermenistanê di her warî de bihêz bibin.

Di vê derbarê de Konsulusê Ermenistanê eşkere kir ku di meha Hezîranê de wê Konsulusxaneya Ermenistanê ya li Hewlêrê were vekirin û di dawiya vê mehê de jî her hefte du car geştên asmanî yên Ermenistanê yên bo Kurdistanê destpê bikin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember biryara han a Komara Ermenistanê diyar kir û eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê jî amadeye her cure hevkariyek bo cîhbicîhkirina biryara han pêşkêş bike.

Nûçeyên têkildar