25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Girîng e ku kurd li Bexdayê yek deng û yek helwêst bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, tiştekî normal e ku li Herêma Kurdistanê nêrîn û helwestên cuda hebin, lê pir girîng e ku hemû aliyên kurdî li Bexdayê yekdeng bin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê 3/2/2015 li Hewlêrê pêşwazî li endamên Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê kir.

Di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kiriye ku pêwîst e kar bi canekî kurdistanî be û pir be li yekrêzî û yekhelwêstiyê, ku ev yek xizmeteke mezin digihîne Herêma Kurdistanê û di berjwendiya giştî de ye.

Serokwezîrê Kurdistanê hêvî xwest ku heman awayê hevkarî û têkelî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komîteyên din ên Parlamentoya Iraqê de hebe.

Herwiha li gorî wê daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî wiha ji endamên Komîteya Darayî re got: “Ez spasiya we dikin, ji ber ku we di amadekirina budceya sala 2015an de roleke erênî dît heta ku yasa hat pesendkirin û bi canekî kurdistanî hevahengiya we ligel Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê hebû.”
 

Nûçeyên têkildar