26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge 24 çekdarên DAIŞê kuştin..Yên reviyan hatin cezakirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li eniya Naweran û Şingalê 2 êrişên çekdarên DAIŞê têk şikandin û li gorî agahiyên berpirsê ragihandina liqa Partiya  Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê di encama wî şerî de 24 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Seîd Memozînî Berpirsê Ragihandina Liqa Partiya  Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din li eniya Naweran û Şingalê terorîstên DAIŞê 2 êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin, ku li wir 24 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û yên din reviyan.”

Memozînî wiha domand: “Li gorî agahiyên me, ew çekdarên ku reviyan û çûn Beacê hejmara wan 15 bû û DAIŞê her 15 gulebaran kir, ji ber ku ji şer reviya bûn.”
 

Nûçeyên têkildar