25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..Gundê Şêranê hat azadkirin..25 km ji bakur û başûr hatiye paqijkirin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê dibêje, îro piştî nîvro gundekî mezin yê Kobanê bi navê Şêranê hat rizgarkirin û ji aliyê leşkerî ve setratejîk e û li wir gellek çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Emîd Mislih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî şerekî giran di çend rojên borî de, Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê karîn gundê Şêranê yê 500 mal bi temamî rizgar bikin û zerer û ziyaneke mezin gehîşt wan terorîstan.”

Zêbarî wiha got: “Heta niha li rojhilatê Kobanê 15 km û li başûr 10 ji çekdarên DAIŞê hatine rizgarkirin û şer li wir berdewan dike û Hêzên Pêşmerge pêşve diçin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî alîkariya me dikin û bi giranî li çeperên DAIŞê didin û zerer û ziyaneke mezin digihînin wan.”

Emîd Mislih Zêbarî ragihand: “Terorîstên DAIŞê moralê wan bi yekcarî têk çûye û nema Karin êriş bikin, lê dîsa haya me ji me heye.”

Nûçeyên têkildar