Şeşo: Serok Barzanî serperiştiya operasyonan dike da ku navçeyên me werin rizgarkirin

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, diyar bû ku ew hêza ku dikare dawî li pêşdeçênên DAIŞê bîne û wan bişkîne tenê Hêzên Pêşmerge ye. Herwiha tekez kir ku rojane çekdarên DAIŞê li Şingalê êriş dikin ser çeperên Pêşmerg, lê ti êrişên wan sernagire û bi şikestî direvin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew cihên ku hatine rizgarkirin, netenê berhema karê rojekê ne, lê belê Serok Barzanî 4 mehan li eniya şer e û serperiştiya operasyonan dike da ku navçeyên me werin rizgarkirin. Em wek xelkê Şingalê û derdora wê gellekî spasiya Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî dikin ku şev û roj kirine yek bo rizgarkirina navçeya me.”
Şeşo wiha got: “Pilana azadkirina beşê mayî ji Şingalê jî hatiye danîn. Rrojane çekdarên DAIŞê li Şingalê êriş dikin ser çeperên Pêşmerg, lê ti êrişên wan sernagire û bi şikestî direvin.”
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, “Diyar bû ku ew hêza ku dikare dawî li pêşdeçênên DAIŞê bîne û wan bişkîne tenê Hêzên Pêşmerge ye.”




