26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Aliyên siyasî yên Kurdistanê di hikûmetê de yekrêz û yekgirtî ne..Di medya de opozîsyon in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê di civînekê de ligel her pênc aliyên beşdar di Hikûmeta Kurdsitanê de ragihand ku, gotara medyayî ya aliyên siyasî ligel bingeha karê pêkve karkirin û hevbeşiya Hikûmeta berfireh hevnagrin, bi awayekî ku di hikûmetê de yekrêz û yekgirtî ne û di medya de opozîsyon in.

Îro duşemê 2/2/2015 li Hewlêrê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçrîvan Barzanî her pinc aliyên beşdar di nava hikûmeta Kurdistanê de bo giftûgo kirin li ser rewşa Kurdistanê, şerê dijî terorîstên DAIŞê, qirîza darayî û herwiha peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de civiyan.

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya nunerên Kurd yên li Bexdayê kir ku karîne di dema dengdan li ser proje bûdceya sala 2015an ya Iraqê de bihevre weke tîmekî kar bikin û bi yek dengî parastina berejwendiyên gelê Kurd kirine.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa zimana kanalên çapemeniyê yên wan her pinc aliyên beşdar di hikûmetê de kir û got: “Zimanê wan kanalan ne li gor rihê bihevre kar kirinê ye û ne li gorî pîwerên hikûmeteke giştiye, jiber ku ew aliyên han di nava hikûmetê de hevpeymanin lê di warê çapemeniyê de weke opozîsyon tev digerin.”

Serokwezîr herwiha tekez li ser girîngiya yek dengî û yekrêzî bo rûbirû bûn ligel rewşa heyî kir û tekez li ser vê yekê kir ku dibe tevahiya aliyan xwe weke xwedêyê hikûmetê bihesbînin û bi vê rengî nêzî rewşa heyî bibin.

Di berdewamiya civînê de wezîrê pêşmerge jî behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê û pêdiviyên hêzên pêşmerge kir û pişt re jî wezîrê darayî û abûrî bahsa qirîza darayî ya li Kurdistanê û bernameya wezaretê ya bo cîhbicîh kirina reforman kir.

Her di civîna han de wezîrê çavkaniyên xwezayî jî raportek derbarê dosyeya petrolê de pêşkêş kir.

Di dawiya civîna han de biryar hate dayîn daku di pêşerojeke nêz de civîneke din ya wan her pinc aliyan were lidarxistin.
 

Nûçeyên têkildar