25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Derve yê Nemsayê pîrozbahî û destxweşî li serkeftinên Pêşmerge kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema ku pêşwazî li Wezîrê Derve yê Nemsayê kir ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn pêwendiyên wê ligel welatê Nemsayê hebin. Herwiha pesna alîkariyên mirovî yên wî welatî bo Kurdistanê da. Hevdem Wezîrê Derve yê Nemsayê pîrozbahî û destxweşî li serkeftinên Pêşmerge kir.

Îro yekşemê 1-2-2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Nemsyê Sebistiya Kurz û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Nemsayê behsa armanca serdana xwe bo Herêma Kurdistanê kir, ku dixwaze agahdarî rewşa Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê û rewşa Iraqê bi giştî bibe û pîrozbahî û destxweşî li serkeftinên Pêşmerge kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya şanda mêvan kir li ser vê serdanê û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn pêwendiyên wê ligel welatê Nemsayê hebin. Herwiha pesna alîkariyên mirovî yên wî welatî bo Kurdistanê da.

Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê û nakokiyên di navbera wan de û piroseya siyasî li Iraq û navçeyê û Sûriyê bi taybetî beşek din ji wê hevdîtinê.
 

Nûçeyên têkildar