Nêçîrvan Barzanî nêzîk dice Bexdayê
Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ligel nunerên Kurd ên li Bexdayê civiya û di wê civînê de behsa vê yekê hate kirin ku pêwîst e mekanîzmek di navbera Kurdistan û nunerên Kurd ên li Bexdayê tê damezrandin. Herwiha Serokwezîr ragihand ku, bo gotûbêjkirina nakokiyên mayî di demeke nêzîk de ewê bi serokatiya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîsa serdana Bexdayê bike.
Îro yekşemê 1-2-2015 li Serokatiya civata wezîran ya Kurdistanê, Serokatiya civata wezîran û aliyên tikildar yên li civata wezîran li gel tîma nunerên Kurd yên li Bexdayê civiya.
Di destpêka civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya nunerên Kurd yên li Bexdayê kir ku karîne di dema dengdan li ser bûdceya sala 2015an ya Îraqê de roleke girîng bilîzin û hevkarî û hemahengiyeke gelek baş li gel Serokatiya civata wezîran ya Kurdistanê kirine û ev prosesa han bi awayekî ku bi dilê Hewlêr û Bexdayê bûye hatiye birêvebirin.
Di berdewamiya civîna han de bi awayekî berfire behsa detayên lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û behsa doseya petrolê jî hate kirin û aliyên tikildar yên civata wezîran bersifa pirsên nunerên Kurd yên li Bexdayê di vê warî de dan.
Di berdewamiya civîna han de behsa vê yekê hate kirin ku lazime bo baştirkirina hemahengiya aliyên tikildar yên civata wezîran li gel nunerên Kurd yên li Bexdayê de, mekanîzmeke hebveş hebe lewre biryar hate dayîn daku bo vê mebesta han mekanîzmek were damezrandin.
Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, bo gotûbêjkirina nakokiyên mayî di demeke nêzîk de ewê bi serokatiya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîsa serdana Bexdayê bike.




