26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. Hêzên Pêşmerge û şervanan 18 gund rizgar kirine.. 12 km pêşve çûne

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Muslih Zêbarî ragihand ku, Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê li herêma Kobanê di nava gundan de pêşve diçin û heta niha 18 gund rizgar kirine û li rojhilatê bajêr jî 12 km pêşve çûne.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “ji duhî ve 4 gubndên Kobanê hatine rizgarkirin û heta niha gundên rizgarkirî yên herêma Kobanê 18 gund in û Hêzên Pêşmerge û şervan hîn jî pêşve diçin.”

Emîd Mislih wiha got: “Ji aliyê rojhilatê Kobanê ve heta niha 12 km ji axa Kobanê hatine rizgarkirin û li wir çekdarên DAIŞê ziyanên mezin dîtine.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Çekdarên DAIŞê nema Karin paratina xwe bikin û piraniya gundan bi bê bergirî ji wan gundan direvin.”

Zêbarî ragihand: “Îro çekdarên DAIŞê xwe amadekiribûn da ku êriş bikin, lê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî hatin agahdarkirin û wan jî çeper û navendên wan terorîstan dan ber bombeyan û di encamê de 2 otomobîlên hemer û 5 otomobîlên din hatin têkbirin û pilana wan serî negirt.”
 

Nûçeyên têkildar