Kerkûkî: Bêtirî 300 kuştî û birîndarên DAIŞê hene..Hemû cih dîsa ketin Hêzên Pêşmerge de

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Kerkûk – Dubizê Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, Hêzên Pêşmerge li gundên Mekteb Xalid, Mela Ebdullah û Tellwerid derbeyên mezin li çekdarên DAIŞê dan, ku bêtirî 300 çekdarên wan hatin kuştin û birîndarkirin. Herwiha tekez kir ku termê 100 kuştiyên wan terorîstan li cihê şer mane.
Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Kerkûk – Dubizê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan ve pêşve çûne û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî rolek mezin dîtin û gellek ziyan gehandin çekdarên DAIŞê û 100 termên çekdarên DAIŞê li cihê şer mane. Ew jî jibilî ziyanên madî ku çek û otombîlên wan hatin têkbirin.”
Kerkûkî wiha got: “Niha gundên Mekteb Xalid, Telwerid, Eseliye, Mela Ebdula, Pira Boyter û Kompaniya Xebaz bi temamî di destê Hêzên Pêşmerge de ne.”
Berpirsê Eniya Kerkûk – Dubizê wiha domand: “Terorîstên DAIŞê di wê êrişa berî 2 rojan de bi temamî xwe amade kiribûn û bi tehan otomobîlên bombekirî êrişî çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û gellek çekdarên wan kuştin, ku 100 termên wan li cihê şer mane û reviyane.”
Dr. Kemal Kerkûkî ragihand: “Hêzên Pêşmerge li gundên Mekteb Xalid, Mela Ebdullah û Tellwerid derbeyên mezin li çekdarên DAIŞê dan, ku bêtirî 300 çekdarên wan hatin kuştin û birîndarkirin.”




