26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Kosret Resûl: Mizgîniya serkeftina Pêşmerge li Kerkûkê dilê hemû kurdistaniyekî xweş kiriye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva peyama cîgirê xwe Kosret Resûl a mizgîniya serkeftina Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê, da.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Kosret Resûl Elî duhî di peyamekê de ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê ragihand, Hêzên Pêşmerge di şerê Kerkûkê de serkeftin bidest xistine û pêşve jî çûne.

Serok Barzanî îro peyamek belav kir û tê de bersiva peyama cîgirê xwe da û wiha got: “Mizgîniya serkeftina Hêzên Pêşmerge ya li eniya Kerkûkê li ser terorîstên DAIŞê dilê hemû kurdistaniyekî xweş kiriye. Spas ji bo xwedayê mezin, spas ji bo pêşmergeyên me yên qehreman û destê hemû aliyekî xweş be.”


Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha dijbêje: “Silav ji bo canê pakê şehîdên me yên qehreman ku bi xwîna xwe bergiriyê li ax û kerameta Kurdistanê kirin. “

Serok Barzanî wiha domand: “Hêviya başbûnê ji bo birîndarên şerên eniya Kerkûk û hemû einiyên din ên şerê li dijî terorîstan, dixwazim.”


Serok Barzanî di bersiva xwe bo Kosret Resûl Elî dibêje: “Ji bo wê tevgera ku we kir spas û pêzanînên min ji bo cenabê we û hemû fermande û pêşmergeyên wêrek heye, ku we ew terorîst şikand in. Destên we sax bin.”

Kosret Resûl Elî di peyama xwe de mizginiya serkeftinê dabû û wiha gotiye: “Ez hez dikim mizginiya serkeftina Pêşmerge di şerê du rojên borî yê li dijî terorîstên DAIŞê de bidim we. Ev serkeftin bi xwîna gellek fermande û pêşmergeyên qehreman hat tomarkirin.”
 

Nûçeyên têkildar