26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tabûreke kurdên şebek dest bi perwerdeya leşkerî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kurdên şebek di Perlamentoya Kurdistanê de Mela Salim Şebek ragiahand ku, sibe tabpreke kurdên şebek li navçeya Soranê dest bi meşiq û perwerdekirina leşkerî dike.

Mela Salim Şebek Nûnerê kurdên şebek di Perlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye li ser avakirina 2 tabûran ji kurdên şebek di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de û biryar e ku sibe tabûrek ji wan tabûrek ji wan li devera Soranê dest bi perwerdeya leşkerî bike, ku hejmarawan 650 Pêşmerge ne.”

Nûnerê kurdên şebek di Perlamentoya Kurdistanê de wiga got: “Biryar e ew tabûr mehekê berdewam bike û eger perwerdeya wê bi dawî were dê tabûra din dest bi meşiq û rahînanê bike.”
 

Nûçeyên têkildar