26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. 40 kuştî û birîndarên DAIŞê hene

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Behram Erîf Yasîn ragihand ku, şevê din terorîstên DAIŞê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê yekcer Pêşmergeyên qehreman ni tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin. Herwiha ji duhî ve 40 kuştî û birîndarên DAIŞê hene.

Behram Erîf Yasîn Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din seat 10 terorîstên DAIŞê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Her şevê din, di encama bombebarana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li nava Şingalê li ser çeperên DAIŞê, 12 terorîst hatin kuştin û 28 jî birîndar bûn.”

- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Behram Erîf Yasîn wiha domand: “Roj bi toj hejmara kuştiyên DAIŞê zêde dibe û berwdewam tên şikestin.”

Nûçeyên têkildar