Dr. Roj: Çekdarên DAIŞê ji tirsa şerê Mûsilê dest bi tevgerê kirine

Hewlêr-KDP.info- Hêzên Pêşmerge bi mêrxasî tevahiya wan êrişên roja înê yên çekdarên DAIŞê têk birin.
Derbarê wê yekê ajansa Reutersê nivisaniye ku çekdarên DAIŞê li piraniya eniyan êrişî Pêşmerge kirine, li başûrê Kerkûkê û Xazir û Mexmûr û li gellek cihên, li hemû eiyan êrişên wan hatin têkbirin û Hêzên Pêşmerge bi mêrxasî li wan dan.
Derbarê wê yekê de, Cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şaweyis ji Reutersê re ragihand: “Rêxistina DAIŞê ditirse ku şerê Mûsilê dest pê bike, lewma hewl dide ku xwe bide xuyakirin ku ew dikarî li nêzîkî Hewlêr û Kerkûkê tevgerê bike.”
Herwiha BBC di wê bareyê de raportek belav kiriye derbarê serkeftinên Hêzên Pêşmerge û dibêje ku ev êrişên vê dawiyê diyar dikin ku ew êriş diyar dikin ku çekdarên DSAŞê dikarin hîna şer bikin, lewma nabe hêzên hevpeymaniyê û hêzên iraqî bêxem bin û divê setratîjiya xwe bo jinavbirina DAIŞê xutir bikin.




