Hêzên kurdî li Kerkûkê pêşve diçin..Gundên Mela Ebdullah rizgar kirin

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya rojavayê Kerkûk – Dobiz, Kemal Kerkûkî ragihand ku, Hêzên Pêşmerge li ser pêşveçûnên xwe berdewam in û heta niha karîne gundê Mella Ebdulla û pira Biwîter û gundê Eseliye bi temamî azad bikin, û niha jî şer berdewam dike.
Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya rojavayê Kerkûk – Dobiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li başûrê Kerkûkê Hêzên Pêşmerge ji 3 aliyan ve êriş kirin ser DAIŞê û niha jî pêşve diçin ku heta niha karîne gundê Mella Ebdulla û pira Biwîter û gundê Eseliye bi temamî azad bikin.”
Kerkûkî tekez kir ku, “Niha jî şer berdewam dike û Hêzên Pêşmerge bi tundî li terorîstên DAIŞê didin, ku di operasyona îro de zererekî giran gehandine wan çekdaran û gellek termên wan li cihê şer mane.”
Berpirsê Eniya rojavayê Kerkûk – Dobiz ragihand: “Di pilana me ya îro de bû ku hem wan terorîstan ji Kerkûkê dûr bikin û hem jî hejmarek zêde ji çekdarên wan bikujin.”




