26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Angelina Jolie kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî yekşemê li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza Taybet ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Hunermend-aktirîs a navdar ya Amerîkî Angelina Jolie kir

Di destpêka hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Jolie bo Kurdistanê anî ziman û weke serdaneke girîng bi nav kir.

Barzanî got serdana Angelina Jolie bi taybet ji bo penaberên Kurdên Sûriyê li parizgeha Dihukê girîng e.

Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser wê yekê ku 24 hezar penaberên Kurd û Ereb yên Sûriyê, pêwîstiya wan bi piştgirî û alîkariya Neteweyên Yekbûyî heye.

Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, ji bo alîkariya wan Penaberan Hikûmeta Kurdistanê ti alîkarî ji Bexdayê wernegirtiye, lê belê Hikûmeta Kurdistanê li benda hevkarî û alîkariya Bexdayê nemaye û bi qasî 10 mîlyon dolar hikûmeta Kurdistanê di warê xwendin, tendirustî û warên din de ji penaberan re bûye alîkar.

Ji aliyê xwe ve Angelina Jolie kêfxweşiya xwe ji bo serdana Kurdistanê anî ziman û spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir ku ji penaberan re bûye alîkar.

Di dawiya hevdîtina xwe ligel Serokwezîr, Angelina Jolie hêvî kir ku careke din serdana Kurdistanê bike.

Birayare Angelina Jolie serdana Dihukê jî bike û biçe nava kempa Penaberan a Domizê.

Nûçeyên têkildar