Almanya biryar da ku 100 leşkeran bişîne Kurdistanê..Dê çekên zêdetir bişîne

Almanya-KDP.info- Parlamentoya Almanyayê destûr da ku hikûmeta wî welatî 100 pisporên leşkerî bişîne Başûrê Kurdistanê ji bo ku di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge bikin.
Parlamentoya Almanyayê di civîna xwe ya duhî de pêşniyara hikûmetê ya şandina 100 leşker û pisporên leşkerî bo Başûrê Kurdistanê qebûl kir.
Parlamenterên Partiya Çep û Partiya Keskan deng nedan wê pêşniyarê û li dijî wê derketin.
Hikûmeta Almanyayê 17ê Kanûna par ragihandibû, 100 leşker û pisporên leşkerî bişîne Başûrê Kurdistanê ji bo di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge bikin. Herwiha Almanyayê dê Dê çekên zêdetir bişîne Herêma Kurdistanê.




