26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Xazirê Hêzên Pêşmerge bi tundî li DAIŞê dan..18 terorîst kuştin

Çavkanî: KDP.info

Xazir-KDP.info- Li eniya Xazirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge Cadir Kerîm ragihand ku, Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa DAIŞê dan û di encamê de 18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin, herwiha hejmarek zêde ji wan birîndar jî bûn.

Cadir Kerîm ji eniya Xazirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku şevê din li eniya Xazir û Hesen Şamê çekdarên DAIŞê êriş kiirn ser çeperên Pêşmerge, Hêzên Pêşmerge bi mêrxasî bersiva wan dan û zerer û ziyaneke mezin gehandin wan terorîstan.”

Derbarê ziyanên çekdarên DAIŞê, Muqedem Cadir Kerîm wiha got: “Li gorî agahiyên ku ketine destê me de, 18 çekdarên DAIŞê li vê eniyê hatine kuştin û hejmarek zêde ji wan birîndar bûne, herwiha me destê xwe daniye ser hejmareke çekên sivik ê terorîstan.”
 

Nûçeyên têkildar