Mihemed Kemal: Rewşa Kerkûkê aram e..Bêtirî 100 terorîstan hatin kuştin

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Kemal ragihand ku, Hêzên Pêşmerge li eniya Kerkûkê piraniya cihan azadkirine û bêtirî 100 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Mihemed Kemal Berpirsê liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku îro li çend eniyan terorîstên DAIŞê êrişên berfireh kirin ser çeperên Pêşmerge û hinek navçe xistin destê xwe de, Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin. Herwiha herdu gundên Mekteb Xalid û Tellwerid ji destê wan derxistin.”
erpirsê liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê wiha got: “Niha tenê gundê Sultan Ebdula di destê çekdarên DAIŞê ye, yana tevahiya navçeyên din di hatine rizgarkirin.”
Kemal amara ziyanên DAIŞê di wî şerî de eşkere dike û dibêje 60 termên terorîstan çûne Hewîceyê û 42 jî ketine destê Hêzên Pêşmerge de.
Mihemed Kemal amaje bi rewşa nava Kerkûkê kir ku niha rewş aram e û li eniyên şer Hêzên Pêşmerge çeperên wan didin ber topan.




