25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Bi xweragiriya Pêşmerge, li hemû eniyên şer destpêşxerî ketiye destê Pêşmerge de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî rola kadro û endam û rêxistinên hizbî di ragirtina aramî û seqamgîriyê de div ê rewşê de bilind nirxand. Herwiha derbarê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand ku, ew girêdayî rêkeftina xwe ya ligel Bexdayê ne.

Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro danê êvarê li nivîsingeha xwe pêşwazî li endamên fraksiyona PDKê di xula duyemîn ya Parlamentoya Iraqê de kir.

Di wê hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanînên serok û serkirdeya PDKê pêşkêşî wan kir, ku di 4 salên dijwar de bi hemû hêza xwe ligel fraksiyonên din ên Kurdistanê li Bexdayê berevanî li daxwaz û berjewendiyên giştî yên Herêma Kurdistanê kirin. Herwiha tekez kir ku div ê qonaxê de jî qezenc ji ezmûn û şarezabûna wan tê wergirtin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê, derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê, amaje bi wê yekê da ku bi xoragirî û qurbaniya Pêşmerge, niha li hemû eniyên şer destpêşxerî ketiye destê Hêzên Pêşmerge de û rola kadro û endam û rêxistinên hizbî di ragirtina aramî û seqamgîriyê de div ê rewşê de bilind nirxand.

Derbarê rêkeftina dawî ya Hewlêr û Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, ew girêdayî rêkeftina xwe ya ligel Bexdayê ne.
 

Nûçeyên têkildar