Kirby: Biryara şandina Pêşmerge bo Kobanê di demeke pir girîng de bû

Pentagon-KDP.info- Di kongireyeke rojnamevanî de serkefnên Hêzên Pêşmerge bilind hatin nirxandin û tê de hat gotin ku serkeftinên hêzên kurdî bi giştî mînakek in wê yekê diyar dikin ku ti dikarî çibikî dema ku şirîkekî tu cihê baweriyê hebe û ji hemû aliyekî ve li ser erdê amade be.
Di malpera Wezaeta Berevaniyê ya Amerîkayê de derbarê serkeftinên Pêşmerge û şirîkekî hevbeş wek kurdan raportek blav kiriye û tê de John Kirby Berdevkê Pentagonê dibêje: “Di sekeftinên wê dawiyê de, êrişên gellekî hevkar bûn û destkeftên baş bi dest anîn ji ber ku şirîkekî me yê baş li ser erê ku cihê baweriyê ye, heye.”
Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê, John Kirby wiha got: “Biryara şandina Pêşmerge bo Kobanê di demeke pir girîng de bû.”
Herwiha Kirby tekez kir ku, “Nabe em Kobanê û Mûsilê bidin ber hev, helbet şerê Mûsilê cudair dibe, tevî ku em nizanin ku ew şer dê çiqasî dijwar be û dibe ku ew operasyon dirêj neke, ma her di dawî de, dive bajarê Mûsilê were rizgarkirin, niha em ligel asayîşa Iraqê bi hev re kar dikin û alîkaria wan dikin bo jinavbirina DAIŞê.”




