25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Jolie: Heta niha min nexweşiya wiha nedîtiye..Li ser êşa koçberan min nikarîbû biaxivim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnera NY ya Niyazpakiyê Angelina Jolie di serdana xwe de bo çend kampên koçber û derbideran li Başûrê Kurdistanê, hevdîtin ligel çend keçan kir ku ji aliyê DAIŞê ve destdirêjî li ser wan hatibû kirin.

Berî çend rojan, nûnera NY li Komisyona Bilind a Koçberên Cîhanê û Balyoza Niyazpakiyê li NY Angelina Jolie serdana Başûrê Kurdistanê kir û di wê serdanê de hevdîtin ligel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî encamda û serdana hejmareke pir ji derbiderên ji ber metirsyên DAIŞê reviyane li Dihok û Hewlêrê kir.

Beşek ji dezgehên ragihandinê yên Iraqê, di wê baweriyê de ne ku, nûnera NY ji gefên DAIŞê netirsiye û serdana wan cihên ku berê dibin kontrola DAIŞê de bûn kiriye, di demekê de Herêma Kurdistanê sînorê wê ligel DAIŞê heye, lê Jolie di wê serdanê de dudilî nebû.

Angelina Jolie wiha got: “Heta niha min nexweşiya wiha nedîtiye û derbarê êşa koçberan min nikarî tiştekî bêjim.”

Nûçeyên têkildar