Serok Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî îro pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê Falih Feyaz kir û di wê hevdîtinê de rewşa metdanî ya eniyên şerê li dijî DAIŞê û serkeftinên Hêzên Pêşmerge hatin nirxandin. Herwiha behsa şikestinên wan terorîstan li Enbar û Diyalayê kirin.
Di destpêka hevdîtinê de Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê Falih Feyaz pîrozbahî li Serok Barzanî kir li ser serkeftinên Hêzên Pêşmerge li eniyên şerê li dijî DAIŞê. Herwiha rola serokatî û amadebûna Serok Barzanî li eniyên şer bilind nirxand û ew amadebûn bi sedema serkeftinên Pêşmerge li dijî DAIŞê da zanîn.
Herwiha di vê hevdîtinê de rewşa meydanî ya eniyên şerê li dijî DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge hatin nirxandin . Herwiha behsa şikestinên wan terorîstan li Enbar û Diyalayê kirin.
Her di vê hevdîtinê de tekez li ser azadkirina tevahiya navçeyên bin destê DAIŞê û alîkariya koçberan bo vegerandina wan bo cihên wan hatkirin.
Di beşek din ji vê hevdîtinê, çawaniya jinavbirina terorîstan di qonaxa bê de û pêwendiyên siyasî û alîkariyên ewlehî û leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hat kirin.




