Kobanê.. Pêşmerge û şervanan 4 gund rizgarkirin..Pêşmerge navendên DAIŞê li gundan topbaran dikin

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, îro wan bi tundî li DAIŞê dan û 4 gund ji destê wan derxistin. Herwiha 15 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û gellek çek û teqemenî jî ketin destê hêzên kurdî de.
Musilh Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê êriş kirin ser terorîstên DAIŞê û karîn 4 gundan ji destê wan derxînin, ku yek ji wan gundan 7 km dûrî Kobanê ye û 400 mal lê hene û 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, herwiha 2 tank û zêrpoş û çek û teqemenî ketin destê me de.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Her îro piştî topbarana Hêzên Pêşmerge li ser navendên DAIŞê li gundên derdora Kobanê, 3 cihên din ên setratejîk ketin destê me de, ku didevin ser rêya Helebê de, ku ji aliyê leşkerî ve pir girîng in û li wir ji 4 terorîst hatin kuştin.”




