26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevkariyên Kanadayê yên bo Kurdistanê didomin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê Kanadayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan bi minasebeta serkeftinên Hêzên Pêşmerge pîrozbayî li gelê Kurd û hêzên Pêşmerge kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kanada hevkariyên xwe yên leşkerî û însanî bo Kurdistanê didomîne.

Îro çarşemê 28/1/2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Kanadayê yê li Iraqê Bruno Saccomani û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de Konsulusê Kanadayê bi minasebeta serkeftinên Hêzên Pêşmerge pîrozbayî li gelê Kurd û hêzên Pêşmerge kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kanada hevkariyên xwe yên leşkerî û însanî bo Kurdistanê didomîne.

Soccomani herwiha eşkere kir ku netenê hikûmet û aliyên siyasî belku xelkê Kanadayê jî dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir bike û hikûmeta Kanadayê jî hewl bo handana kompaniyên Kanadayî dide daku li Kurdistanê de sermayeya xwe bitevger bikin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê jiber hevkariyên heyî spasiya hikûmeta Kanadayê kir û hêvî xwest ku hevkariyên leşkerî û însanî yên Kanadayê bo Kurdistanê bidomin.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku li Kurdistanê de derfeta kar kirinê bo kompaniyên Kanadayî heye û Kurdistan jî dixwaze di her warî de peywendiyên xwe yên li gel Kanadayê bihêztir bike.

Nûçeyên têkildar