26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Heger derfetên me hebin jî em ji wê rêjeyê zêdetir petrolê hinarde nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîran a Kurdistanê civiya û di wê civînê de Serokwezîrê Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî raguhad ku Jihev fêmnekirinek li Bexdayê li hember Hewlêrê heye Bexda wisa dizane ku Hewlêr dikare petroleke zêdetir bişîne ji derve re lê me ji Bexdayê re gotiye ku eger em bikaribin zêdetir jî bişînin dibe her kes bizanibe ku j bo Bexdayê zêdetir ji ev rêjeya ku di lihev hatinê de hatiye eşkere kirin petrol ji bo Bexdayê naşînin ji derve re di warê teknîkî de jî ew yek ne mimkune jiber ku jêrxana pêwîst ji re nehatiye amadekirin.

Îro çarşemê 28/1/2015 bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî Encumena Wezîran a Kurdistanê yekemîn civîna xwe ya sala nû lidar xist.

Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê behsa lihevkirina Hewlêr û Bexdayê kir û got: “Jihev fêmnekirinek li Bexdayê li hember Hewlêrê heye Bexda wisa dizane ku Hewlêr dikare petroleke zêdetir bişîne ji derve re lê me ji Bexdayê re gotiye ku eger em bikaribin zêdetir jî bişînin dibe her kes bizanibe ku j bo Bexdayê zêdetir ji ev rêjeya ku di lihev hatinê de hatiye eşkere kirin petrol ji bo Bexdayê naşînin ji derve re di warê teknîkî de jî ew yek ne mimkune jiber ku jêrxana pêwîst ji re nehatiye amadekirin.”

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku Kurd dixwaze kêşeyên heyî li gel Bexdayê bi danûstandin çareser bike û girêdayî bi peymana îmze kiriye.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku kirîzeke mezin ya abûrî li Kurdistanê de heye lewre hikûmet neçare tedbîrên din bistîne, part û aliyên siyasî yên beşdar di hikûmetê de bihevre biryar didin lêbelê di çapemeniyê de ew yek wisa nayê dîtin lewre ji bo giftûgo kirin li ser vê babetê jî vê li gel part û aliyên siyasî dicivin.

Di berdewamiya civîna han de civata wezîran jiber serkeftinên Hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê spasiya Hêzên Pêşmerge kir û hevxemiya xwe jî bo kesûkarên şehîdan diyar kir û bi minasebeta azadkirina Kobanê de jî pîrozbayiyên xwe pêşkêş kir û herwiha spasiya Tirkiyeyê jî hate kirin ku rê daye daku hêzên pêşmerge û çekên giran ji bo Kobanê werin şandin.
 

Nûçeyên têkildar