25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Simêl: Emîrek û 50 terorîst li Şingalê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ji nav Şingalê behsa rewşa dawî wî bajêrî dike û dibêje, îro Hêzên Pêşmerge karesat bi ser DAIŞê de anîn û ew kêsên ku êriş kirin kes ji wan sax venegeriya.

Qasim Simêl Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ji nav Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro bêtirî 50 terorîstên DAIŞê li nav Şingalê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Herwiha emîrek wan jî bi navê Ebû Umer hat kuştin û bi dehan termên wan terorîstan ketine destê me de û gellek çek û teqemenî jî ketin destê me de.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Niha rewşa Şingalê aram e û Hêzên Pêşmerge jî li hemû cihên setratejîk bi cîh bûne û ji her haletekê re amade ne.”

Simêl wiha domand: “DAIŞê li nava Şingalê tê çûye û bi aliyê nemanê ve diçe û her dema ku hewl dide êriş bike rastî lêdana me tê û ew çekdarên ku êriş dikin bi saxî venagerin.”

Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ji nav Şingalê gotina xwe wiha qedand: “Hêzên Pêşmerge taktîkên DAIŞê naskirine û ew terorîst nema karin pêşde werin.”
 

Nûçeyên têkildar