26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. Hêzên Pêşmerge çeperên DAIŞê agir baran dikin..Xelk vedgerin malên xwe

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Muslih Zêbarî ragihand ku, Hêzên Pêşmerge li derdora Kobanê agir bi ser çekdarên DAIŞê dibarînin. Herwiha tekez kir ku seat bi seat xelk vedigerin Kobanê.

Emîd Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku duhî bajarê Kobanê bi temamî hat rizgarkirin, îro jî Hêzên Pêşmerge çekên xwe yên giran birin herdu eniyên rojhilat û başûrê Kobanê û ji vê sibehê ve bêtirî 100 rokêt û top avêtine ser çeperên DAIŞê, ku me agir bi ser wan de barand. Herwiha em û şervanên YPGê bi hev re pêşve çûn û me gellek ziyan gehandin wan terorîstan.”

Zêbarî wiha domand: “Niha jî Pêşmerge û şervan pêşve diçin da ku tevahiya gundên derdora Kobanê rizgar bikin ku heta niha em baş pêşve çûne û şer berdewam dike û em li hêviya serkeftinên zêdetir in.”

Zêbarî ragihand: “Niha piştî rizgarkirina Kobanê, xelk bi rêjeyekî bilind vedigerin Kobanê ku seat bi seat xelk vedigerin Kobanê, ku heta niha bêtirî 300 malbatî vegeriyane Kobanê.”

Nûçeyên têkildar