26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Emîrek din ê DAIŞê hat kuştin..Berpirsê eniya Mexmûr – Guwêrê bû

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr_KDP.info- Berpirsê leşkerî yê rêxistina DAIŞê yê eniya Mexmûr – Guwêrê di lêda balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de li başûrê Mûsilê hat kuştin.

Berpirsê Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb ji malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên hevpeymaniyê îro li navendeke leşkerî ya DAIŞê dan, ku dikeve nahiyeya Şura li başûrê Mûsilê û di encamê de çekdarên DAIŞê gellek ziyan dîtin.”

Îsmet Receb wiha got: “Di encama wê lêdanê de, berpirsê leşkerî yê rêxistina DAIŞê yê eniya Mexmûr – Guwêrê, Ziyad Şerîf ku bi esil misrî ye ligel 2 pasevanên xwe hatin kuştin.”

Di dema dawî de Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeyaniyê gellek berpirsên wê rêxistinê li parêzgeha Mûsilê kuştine.

Nûçeyên têkildar