PYDê: Em spasiya Serokê Herêma Kurdistanê dikin ku kariye alîkarî ji Kobanê re peyda kirin

Kobanê-KDP.info- Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ragihand ku, ew spasiya Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ku karî bi dîplomasiya xwe alîkariyan ji Kobanê re peyda bike.
Fethula Huseynî Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi helkefta rizgarkirina Kobanê, em pîrozbahiyê li herçar percent Kurdistanê û xwîna şehîdên Kurdistanê û şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge dikin, ku karîne bi xwîna xwe wê serkeftinê bidest bixin û vê pirsê bikin pisekî cîhanî.”
Huseynî wiha got: “Pêwîst e kurd navmala xwe rêk bixe û niha kurd li deverê hijmareke aktîf û pêwîst e di demeke nêzîk de bigihê mafê xwe û dewleta xwe avabikin.”
Nûnerê Kantonên Rojava wiha domand: “Her kurdek ku li hember Kobanê bi erkê xwe rabû, em spasiya wî dikin û her kurdek jî her li kuderê be û pêwîstiya wî bi alîkariyê hebe, pêwîst e em hemû alîkariya wî bikin.”
Fethula Huseynî ragihand: “Em spasiya Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ku karî bi dîplomasiya xwe alîkariyan ji Kobanê re peyda bike, lewma niha Kobanê rizgar e.”
Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê gotina xwe wiha qedand: “Niha pêwîstiya kurdan bi lêvegereke siyasî heye, lewma pêwîst e di demeke nêzîk de Kongireya Neteweyî were girêdan û lêvegerek bo kurdan were rizgarkirin.”




