5 kes li bajêrê Terablosê hatin kuştin
Di encama Şer û pêkdadanên navbera Ellewî û sunîyên bajêrê Terbolsê ya ku dikeve bakurê Lubnanê, 5 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Di evê derbarê de li gorî malpera"BBC", ku nêza 50 kesî di nexweşxaneyên vî bajêrî de tên çareserkirin, 3 kes jî roja yekşemê hatin kuştin.
Herweha ciwanên ser bi bizavên tundrewên îslamî "Selefî" rêya serekîya bo meydana El-Nor ya li bajêrê Terablosê girtin.
Supayê Lubnanê jî li evî bajêrî belav bûye da ku van pêkdadanan bi dawî bihênin.
wek tê xuyakirin ku ev buyerên han yên ku li evî bajêrê dihêne encamdan pêwendîya xwe bi buyarên Sûrîya ve hene û piranîya bajêrê Terablosê Sunîne û piranîya opozisîyonên Sûrîya penaberî evî bajêrî bûne.




