26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî rizgarkirina Kobanê pîroz kir..Serok Barzanî wek Şingalê xema Kobanê jî dixwar

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rizgarkirina bajarê Kobanê li Hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hemû azadîxwazên cîhanê pîroz kir. Herwiha spasiya welatê Tirkiyeyê û hevpeymaniya navdewletî kir.

Nêçîrvan Barzanî bi helkefta rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên kurdî ve peyamek belav kir.

Di peyama Serokwezîr de hatiye ragihandin: “Bi helkefta rizgarkirina Kobanî, ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî xelkê wî bajêrî, Hêzên Pêşmerge, şervanên YPGê û hemû gelê Kurdistanê û azadîxwazan û cîhanê dikim.”

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Herwiha ez rizgarkirina Kobanî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîroz dikin, ku wek Şingalê û navçeyên din, berdewam xema rizgarkirina Kobanê jî dixwar. Serok Barzanî hemû hewlên xwe da da ku hevpeymaniya navdewletî alîkariya Kobanî bikin û Hêzên Pêşmerge biçin Kobanê.”

Serokwezîrê Kurdistanê wiha got: “Ez spasiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davudoglu dikim, ku bi bê helwesta wan ya ciwamêrî, me nikarîbû Hêzên Pêşmerge bi hewara Kobanê ve şandiba, herwiha ji ber ku rolekî mezin dîtin di alîkariya penaberên wî bajêrî de.”

Nêçîrvan Barzanî wiha doamad: “Herwiha ez spasiya helwesta Amerîka hevpeymaniya navdewletî dikim, ku bi piştevaniya asmanî û gihandina teqemeniyan ji Herêma Kurdistanê, alîkariya Kobanê kirin.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Kobanê bûye simbola xweragirî û bergiriyê li hember terorîstên DAIŞê. Hemû partiyên Kurdistanê û hemû kurd li ser pêwîstiya alîkariya Kobanê yek deng in. Lewma îro ji ber rizgarbûna Kobanê ji aliyê Pêşmerge û keç û kurên şervanên xweragir, em pîrozbahiyê li hemû  xelk û partiyên wî perçeyê Kurdistanê dikin.”

Serokwezîrê Kurdistanê hêvî dike ku di demeke nêzîk de hemû gundên devera Kobanî û hemû cihek ji axa Kurdistanê ji destê terorîstên DAIŞê were rizgarkirin.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha dibêje: “Ev serkeftina, ji encama hewl û qurbanîdana şervanan û Pêşmerge ye û pêwîst e şehîdên Kobanê û yên hemû Kurdistanê neyên jibîrkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tişta ku ji destê wê hat ji penaberên Kobanî re kir û dê li ser wê yekê berdewam jî be.”
 

Nûçeyên têkildar