Serok Barzanî: Ev serkeftina Kobanê, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye..Em xwediyê yek doza hevbeş in

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rizgarbûna Kobanê pîroz kir û wiha got, ev serkeftin, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye, serkeftina mirovahiyê ye li hember hovîtiya terorîstan.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta rizgarkirina Kobanê ji aliyê Pêşmerge û YPGê ve peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li gelê Kurdistanê û ragihand, rizgarkirina Kobanê serkeftina hemû gelê Kurdistanê û mirovahiyê ye li dijî hovîtiya terorîstan.
Peyama Serok Barzanî li ser rizgarbûna Kobanê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro nûçeya rizgarkirina Kobanêya xweragir gihîşt me. Ev nûçe dilê hemû Kurdistanê û azadîxwazek şad dike. Bi helkefta vê serkeftina mezin pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim. Ev serkeftin serkeftina hemû gelê Kurdistane, serkeftina mirovayetiye li ser wehşîgeriya terorîstan.
Şanaziye ji bo gelê Kurdistanê ku bi dirêjahiya 1500 kîlometir li beranber dirindetirîn rêxistina terorîstî rawesta û wan tûşî şikestan kir. Xweragirî û rola qehremananeya şervanan û piştgîriya hêza Pêşmergeyên qehreman ya ji bo xuşk û birayên xwe yên li Kobanê gelek bilind dinirxînim û dest û çavên wan maç dikim.
Bi pêwîstî jî dizanim bi navê xwe û gelê Kurdistanê spasiya hevpeymanan bikim ku bi piştevaniya berdewamiya hêzên xwe yên asmanî, rola wan li xweragiriya şervanan û vê destkefta pîroz ya ji bo xelkê Kurdistanê de hebû. Her wiha spasiya welatê Tirkiye jî dikim ku rê dan hêza piştevaniya Pêşmerge bigihe Kobanê bo ku yarmetiya şervanan bide.
Ji destdana çend gund û bajar û taxek nabê şikest, şikest ew deme ku îrade nemîne û xweragirî bişkê. Kobanêya qehreman ji bo wê yekê neket ji ber ku îrade neşika û xweragir bû. Ez ji wê yekê bawerim ku hebûna palpiştiya gelê Kurdistanê û yarmetiya dostên gelê Kurdistanê û xweragiriya Kobanê wiha dike îradeya gelê Kurdistanê li beranber dirindeya terorîstan neşkê û Kobanê jî nekevê û bi serbilindî bimîne.
Qurbanîdana bi navê ax û nîştîman şerefekî mezin e û zarok û qedeyên gelê me li şerê dijî terorîstan da bi qurbanîdana xwe ya qehremaniyê ya bê wêne nîşanda. Şehîdbûna (Zêrevanî) xelkê Başûr û Pêşmergeyê Hêzê Piştevanî li Kobanê û Şehîdbûna (Nêçîrvan)ê Pêşmergeyê Rojava li şerê azadkirina devera Eskî Musil ew jî li yek rojê de, hêmaya birayetî û yekîtî û yekdengiya gelê Kurdistanê bû û nîşan da ku hemû gelê Kurdistanê xwediyê yek doza hevbeş in.
Silav ji bo ruh û giyanê pakê hemû şehîdên rêya azadiyê...
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26.01.2015




