25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge: Hêzên kurdî li Kobanê pêşve diçin..Vê êvarê me 2 gundên din rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê tevahiya bajarê Kobanê rizgar kirin û çekdarên DAIŞê bi aliyê rojhilatê Kobanê ve direvin û operasyona rizgarkirina gundên herêma Kobanê kirine û vê êvarê 2 gund li ser rêya Helebê rizgar kirin.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî nîvro Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê tevahiya bajarê Kobanê rizgar kirin û niha ew bajêr bi temamî di bin kontrola hêzên kurdî de ye, lewma hêzên kurdî dest bi rizgarkirina gundan kirine û vê êvarê 2 gundên din li başûrê Kobanê, li ser rêya Helebê rizgar kirin.”

Zêbarî wiha domand: “Ev 10 roj in ku em hatine Kobanê û îro Kobanê bi yekcarî hat rizgarkirin, ku 100 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û termê 50 kesî ji wan terorîstan ketine destê hêzên kurdî de. Herwiha gellek çek û teqemeniyên wan ketine destê me de. Herwiha îro tankek ket destê me de.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge tekez kir ku, “Operasyonê paqijkirina gundên Kobanê ji terorîstan ji aliyê hêzên kurdî ve, dest pê kiriye û di 2 rojên borî de 2 gund ketin destê me de û vê êvarê 2 gundên din jî hatin rizgarkirin.”

Nûçeyên têkildar