26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarî Eniya Şingalê: Azadkirina Şingalê nêzîk bûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê ragihand ku, rêxistina DAIŞê li Şingalê hiza xwe ji dest daye. Herwiha Hêzên Pêşmerge nêzîkî rizgarkirina Şingalê bûne, lê ew yek li gorî bername û nexşeyên taybet tê kirin.

Emîd Behram Doskî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ li eniya Şingalê morale wan bi yekcarî rûxa ye, tenê çend nîşangerên wan li nav bajêr mane. Hêzên Pêşmerge serkeftinên mezin bidest anîne, di demekê de ku ew setratîjiya Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê zerer û ziyanek mezin gehandiye wan terortîstan, ji ber ku rêya alîkariyan li ser wan qût bûye.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Rêxistina DAIŞê li Şingalê hiza xwe ji dest daye. Herwiha Hêzên Pêşmerge nêzîkî rizgarkirina Şingalê bûne, lê ew yek li gorî bername û nexşeyên taybet tê kirin.”
 

Nûçeyên têkildar