Hêzên kurdî Kobanî rizgar kirin…Niha gundan rizgar dikin

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê mizgîniya tevahiya bajarê Kobanê li ser destê hêzên kurdî ragihand. Herwiha tekez kir ku termê 30 çekdarên DAIŞê li cihê şer mane.
Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj in ku di navbera hêzên kurdî û terorîstên DAIŞê de li rojhilatê bajêr şerekî giran heye û bi dilxweşî me karî taxa Kaniya Kurdan bi temamî rizgar bikin û bi vê yekê Kobanê bi yekcarî hat rizgarkirin û çekdarên DAIŞê hatin derxistin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Di wî şerî îro de, 30 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û gellek çek û teqemeniyên wan ketin destê me de.”
Muslih Zêbarî wiha domand: “Herwiha li başûrê Kobanê jî 2 gund hatin rizgarkirin û niha hewl tên dayîn bo rizgarkirin gundekî din jî.”
Zêbarî gotina xwe wiha qedand: “Hêzên kurdî niha pêşve diçin û di demeke nêzîk de dê derdora Kobanê jî were paqijkirin.”




