Hêzên kurdî li Kobanê gundek din rizgar kirin..Rizgarkirin nêzîk bûye

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, li rojhilatê Kobanê şerekî giran di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de berdewam dike û gundekî din li Kobanê hat rizgarkirin, herwiha 20 terorîst hatin kuştin.
Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku duhî me gundeke rizgar kir, îro me gundek din xist destê xwe de, ku navê wî Menîce ye û li wir 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termên wan li cihê şer man.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê wiha got: “Li rojhilatê Kobanê şerekî giran heye û hêzên kurdî pêşve diçin û tenê 100 metir mane ku Kaniya Kurdan bi temamî were rizgarkirin û heta niha 10 termên DAIŞê li cihê şer mane.”
Emîd Mislih Zêbarî tekez kir ku, “Beşek biçûk ji Kobanê di destê wan de maye û di demeke nêzîk de dê bi yekcarî were rizgarkirin.”




