26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li eniya Başîkê Hêzên Pêşmerge 358 çekdarên DAIŞê kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Nûnerê kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê de Salim Cuma ragihand ku, Hêzên Pêşmerge îro li eniya Naweran û Başîk û Îmam Reza serkeftinên mezin bidest xistin, bi awayekî ku 358 çekdarên wan hatin kuştin.

Salim Cuma Nûnerê kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê de û Serokê Desteya Şêwirmendên Kurdên Şebek ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li eniya Naweran û Başîk û Îmam Reza Hêzên Pêşmerge serkeftinên mezin bidest xistin bi awayekî derdora 358 çekdarên wan hatin kuştin.”

Cuma wiha got: “Çekdarên DAIŞê li nav Mûsilê de rewşeke xerab de ne û di nav wan de şer derdikeve û hev dikujin, herwiha yên ku li eniya şer in ji tirsa Pêşmerge re direvin.”

Wî nûnerê kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê de wiha domand: “Nexweşxaneyên Mûsilê tijî kuştî û birîndarên DAIŞê bûne, bi awayekî ku cihê birîndaran nemaye, lewma wan dibin malan, û bi darê zorê xwînê ji xelkê distînin, herwiha ji qehra 4 pijîşik gulebaran kirin.”

Nûçeyên têkildar