Serok Barzanî: Nabe şerê DAIŞê bibe sedemek bo çêbûna nakokiyên netewî

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serok û endamên civata parêzgeha Neynewayê kir û di wê hevdîtinê de, ragihand ku Nabe şerê DAIŞê bibe sedemek bo çêbûna nakokiyên netewî.
Îro yekşemê 25/1/2015 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serok û endamên civata Parêzgeha Neynewayê kir.
Di hevdîtinê de heyeta mêwan li ser navê şîniyên parêzgeha Neynewayê spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ku raste rast Fermandariya eniyên şerê dijî terorîstan dike û herwiha spasiya hêzên Pêşmerge jî kir ku karîne bi qehremanî û canfedayî terorîstên DAIŞê ji deverê derbixin û herwiha perseyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên wan pêşmergeyan kirin ku di vê şerê de canê xwe gorî kirine û terorîst rastî şikestê anîne.
Şanda mêvan herwiha eşkere kir ku ew weke şîniyên parêzgeha Neynewayê deyindarên hêzên pêşmerge ne û ti car jî rol û jêhatî bûna hêzên pêşmerge jibîr nakin û dîrok jî ev qehremaniya han ya hêzên pêşmerge dinivîsîne.
Şanda mêvan herwiha jiber hevkarî kirin û bicêh kirina penaberan jî spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê kir.
Herwiha Şanda mêvan tekez li ser vê yekê kir ku ti aliyek nikare bihevre jiyana navbera pêkhateyên parêzgeha Neynewayê lawaz bike.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa deverê ya piştî derkirina terorîstan û çawetiya çareser kirina ew kêşeyên ku terorîstên DAIŞê çê kirine hate kirin.
Şanda mêvan di dawiya axaftinên xwe de behsa kar û çalakiyên xwe jî weke civata parêzgeha Neynewayê bo Serok Barzanî kir.
Li hember de jî Serok Barzanî bixêrhatina heyeta mêwan kir û bi awayekî kurt behsa destpêka êrîşên DAIŞê kir û eşkere kir ku hatina DAIŞê zereke gelek mezin gehandiye îslam û tevahiya pêkhateyên deverê lewre jinavbirina DAIŞê erkê tevahiya me ye û pêwîst e tevahiya aliyan karînên xwe li hember terorîstên DAIŞê yek bixin û rê nedin daku terorîst bigehêjin amancên xwe û pêwîst e derkirina terorîstan ji deverê bibe bernameya sereke ya tevahiya aliyan.
Serok Barzanî eşkere kir ku em li gor karînên xwe hevkariya civata parêzgeha Neynewayê dikin jiber ku nuneratiya rastîn ya civakî û siyasî a pêkhateyên vê parêzgehê ye.
Derbarê rewşa jiyan ya penaberan de jî Serok Barzanî got: “Çareserkirina hertimî ya kêşeyên penaberan ewe ku deverên wan werin rizgarkirin û ev penaberên han bikaribin wegerin ser mal û warên xwe.”
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku pêwîst e piştî derkirina terorîstan li deverê de bingehên bihevre jiyanê di navbera pêkhateyên deverê de werin bihêzkirin û rê neyê dayîn ku şerê dijî terorîstan bibe sedema çê bûna nakokiyên netewî.
Di dawiya hevdîtinê de heyet derbarê rewşa niha û ya paşerojê de çend pirsiyar ji Serok Barzanî pirsî û Serok Barzanî jî bersifa wan pirsan da.




