26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em hêza yekane ne ku kariye DAIŞê bişkînin û deverê rizgar bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şewirmendê Encumena Asayşîa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokerkanê Kanadayê Tom Lawson kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, ew hêza yekane ne ku karine terorîstên DAIŞê bişkînin û deverê ji destê terorîstan rizgar bikin.

Îro Şewirmendê Encumena Asayşîa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokerkanê artêşa Kanadayê Tom Lawson û heyeteke leşkerî ya Kanadayê kir.

Di hevdîtinê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser hevkarî û piştgîriyên leşkerî bo Kurdistanê di şerê dijî terorê de, Mesrûr Barzanî balkêşande ser destkeftên vê dawî yên ku hêzên pêşmerge li hember terorîstan bidest xistine bi taybetî operasiyona 21.1.2015 ya bo azadkirina çar rêya steratejîk ya kesk yaku Mûsil, Telefer û Şengal bi sînorên Sûriyayê ve girê dide.

Mesrûr Barzanî got: “Di encama operasiyona han de hêzên pêşmerge karîn serkeftinên mezin bidest bixin û zêdetir ji 200 terorîst bikujin ku 27 ji wan terorîstan Emîr û berpirsên bilind yên DAIŞê bûne.”

Her di hevdîtina han de Mesrûr Barzanî daxwaz ji Serokerkanê artêşa Kanadayê kir daku hevkarî kirina hêzên Pêşmerge zêdetir bikin bo ku hêzên Pêşmerge bikaribin derbên dijwartir li terorîstan bidin û deskeftên vê dawî baştir biparêzin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku di eniyên şer de pêdiviya me bi zirepûşan heye û got: “Em hêza yekanen ku kariye terorîstên DAIŞê bişkînin û deverê ji destê terorîstan rizgar bikin.”

Şewirmendê Encumena Asayşîa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Şerê dijî DAIŞê pêdiviya xwe bi hevl û hemahengiya hevbeş ya tevahiya aliyan heye, Kanada jî yek ji wan aliyane yaku endamê hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê ye û herwiha hevkariya Kurdsitanê dike.”

Îro jî weke beşeke din ji yaddaştnameya heyî ya di navbera Kanada û Wezareta Pêşmerge de çekên C17 radestî Wezareta Pêşmerge hate kirin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Tom Lawson eşkere kir ku di vê şerê de Kanada bi girîngiya hêzên Pêşmerge hesiya û em gelek bi karînên hêzên pêşmerge ecîbmayîne û peywendiyên me li gel hêzên Pêşmerge bihêzên.

Di dawiya hevdîtina han de her du alî tekez li ser bihêztirkirina hevkariya leşkerî di navbera Kurdistan û Kanadayê de kirin.

Nûçeyên têkildar