Kurdistan û Bexda li dor nakukiyên petrolê lihevkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê piştî danûstandinên dirêj û pirsa petrolê lihevkirin û dê li hefteya bê de her du alî peymana di navbera xwe de mor bikin.
Endamê şandê Kurdistanî yê dan û standinan li gel Bexda Di. Elî Hisên Belo li dor naveroka rêkeftinê bo Evro got "hikûmeta fîdiral ya pabende hemû mafên karkirinê yên kompanyên biyanî li herêmê bidet, herwesa ew pitirola dihête dabînkirin bo parzîngehan birêja 17% bo barzîngehên herêmê jî bihête dabînkirin, dîsan ew sutemeniya bo karebê li hemû wêstgehên Îraqê dihête mezaxtin bi rêja 17% bo wêstgehên berihemînana kareba Kurdistanê bihête mezaxtin, ji layê xwe ve hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser hinartina pitirolê û ya berdewam be ".
Li gor peymana petrolê a di navbera Hewlêr û Bexdayê de:
1. Dê Herêma Kurdistanê rojane 140 hezar bermîl bi rêya Bexda bişîne û di nava 3'ê mehan de divê ev hejmar bigihe 200 hezar bermîl.
2.Hikûmeta Îraqê jî dê di nava hefteyekê de sulfeyeke bi qasî trilyonek dînarê Îraqî wek kirêya kompaniyên petrolê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
3. Divê li sala bê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê henadeya petrolê destnîşan bike ligel kirêya kompaniyên biyanî da ku bikeve nava budceya giştî ya Îraqê de.
4. Divê para Herêma Kurdistanê 17 ji sedî ji berhemên petrola li Îraqê tê belavkirin bê dayîn ligel terxankirina 17 ji sedî sûtemeniyê bo wêstgehên elektirîkê yên Herêma Kurdistanê.
5. Ne pêkanîna yek ji van bendan tê wateya binpêkirina hemû bendên peymanê.




