Cebar Yawr: gerek pêşmerge heman çekên supayê Iraqê hebe
Emîndarê giştîyê wezreta pêşmerge ya hukûmeta herêma kurdistanê " Cebar Yawr" di kongireyeka rojnamevanî de li bajêrê Hewlêrê ragihand, ku li gorî ewê rêkeftinê ku serokê wezîrên Iraqa fedral muhr kirîye, pêdivîye pêşmerge jî heman çekên supayê Iraqê hilgirin.
Di evê derbarê de Yawr weha da xuyakirin, ku li gorî madeya 121 ya ku me hemîyan li ser deng daye, çi herêma Kurdistanê yan her herêmeka din li Iraqê bihê çêkirin, mafê diristkirina çend corên hêz heye wek hêza polîsan û asayîşê û pasevanan, ev hêzên han jî pişkekin ji sazîyên hukûmeta Iraqa fedral, ji ber ku erka wan hêzan parastina ax û sînora herêma kurdistanê ye û ew jî pişkeke ji axa Iraqê, bi evê wateyê erkê pêşmerge wek supayê Iraqê erekê serwerîya Iraqê cihbicih dike, ji ber evê yekê em daxwaz dikin, ku çawa supayê Iraqê pişkeka ji budceya taybet a serwerîyê heye, mafê me ye jî em daxwaz bikin ku budceya pêşmerge ji budceya serwerîya Iraqê bihê dan.
Herweha Yawr got, li gorî rêkeftina navbera hukûmeta fedral û hukûmeta herêma Kurdistanê û hêzên hevpeymanî hatîye muhr kirin, gerek herdu alî, supayê Iraqê û hêzên pêşmerge bi hevdu re li deverê bimînin da ku madeya 140 ya distûra hemdemîya Iraqa fedral tê bi cihanîn.
Bal kişand ser evê çendê jî ku li gorî wê rêkeftinê ya ku Nûrî Malikî bi xwe li ser muhr kirîy, pêdivîye hêzên pêşmerge heman çekên supayê Iraqê hebe.
Eve jî da nîşandan ku, wezareta pêşmerge ji sala 1992 hatîye damezrandin û li sala 2007 hatîye hamwarkirin, lê wezreta bergirîya Iraqê û fermandeya hêzên çekdarên Iraqê û dezgeha dije terorê ti qanûn jê re nîne û bi qanûna serdema Sedam kar dikin, eve jî ne li gorî distûrê ye.




