kurd û îraqî ye deng nadine pirojên Malikî

Perlemanê Îraqê li dor proje qanûna jêrxana aburî ya ku ji aliyê hikûmetê fîdaril ve hatî ye berihevkirin duhî bi amadebûna Nurî Malikî û çend şîretkarê, wî yên aburî kombû.
Necîba Necîb bo Evro diyarkir di projey de, kujmê 37 miliyar dolar bo avakirina jêrxana aburî ya çendîn keritan hatine terxankirin ku kompanyên biyanî kar bikin û paş parê wan bihête dan.
Necîba got: Kurd û piraniya lîstên Îraqê bi vî projey ne di razî ne jiber gelek kêmasî têda hene wek diyarinekirina faydê dê bo kompaniyan hête dan û dîsa kanê dê çend salan ev pare bêne dan, ev pirsiyar e û çendîn pirsiyarên dî, perlemanteran arastey malikî kirin û malikî bidirusitî bersiv li ser nedan, û dîsa navê kompanyê û karkirina wan û dabeşkirina wan li ser parêzgehan û behra herêmê jî diyarinekirî ye, lê sereray van kêmasiyan, proje li perlemanî dê bikeve ber dengdanê, ku bi tinê dewleta qanûnî divêt bi vî rengî derbaz bibe, kurd û raqî ye û piraniya lîstan dijî projey ne ji ber ku malikî dê wek xwe reftarê bike ".




