26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi fermana Serok Barzanî alîkarî bo xelkê Wankê hatin şandin

Çavkanî: KDP.info

Wankê-KDP.info- Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesdû Barzanî, 24 kemyon ji alîkariyên mirovî yên corbicor bo navçeyên nû azadkirî li sînorê rojavayê Dicle hatin şandin.

Îro Şemiyê an Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, alîkariya mirovî gihandin welatiyên sînorê rojavayê Dicle.

Îro bi fermana Mesûd Barzanî 24 kamyon ku tê de 36 ton xurak û pêdiviyên pizîşkî û 5 hezar caket û 90 hezar litir sûtemenî û pêdiviyên din gihandin cihên ku di van çend rojan de hatine azadkirin.

Ew alîkarî bi hevbeş ligel Xaça Sor ya Îmaratî giha gundên nahiya Wankê ku, bêhtir ji 5 hezar malbatên Ereb û pêkhateyên din li wê navçeyê mane.

Ew alîkarî cara yekêye dighin wê navçeyê û bi bê cudahiya netewî bi ser welatiyan de tê dabeşkirin.

Nûçeyên têkildar