26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..Hêzên kurdî serketin..Gundan rizgar dikin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Muslih Zêbarî ragihand ku, îro Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê li Kobanê karîn gundekî li dervey bajarê Kobanê rizgar bikin. Herwiha taxa Kaniya Kurdan jî kêm maye ku bi temamî were azadkirin.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro şervanên YPGê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge karîn gundê Termik li başûrê Kaşê Miştenûrê bi temamî rizgar bikin. Herwiha di bernameya me de ye ku em hemû gundan rizgar bikin.”

Zêbarî wiha got: “Çekdarên DAIŞê gellek zerer û ziyanên canî û madî dîtin, ku 9 termên li cihê şer mane, herwiha gellek çek û teqemeniyên wan ketine destê me de.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Li taxa Kaniya Kurdan hêzên kurdî pêşve diçin û tenê 100 m maye ku ew tax bi temamî were rizgarkirin û di demeke nêzîk de emê Kobanê bi yekcarî rizgar bikin.”

Nûçeyên têkildar