26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge dê her navçeyeke cihê gefê be kontrol bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çavkaniyeke pilebilind a leşkerî li eniya Rojava û Rojhilatê Dicle daxuyaniyek belavkiriye û têde hatiye ku“ li her cihekî terorîst bi niyazbin êrîşî Pêşmerge bikin, wê Pêşmerge biryara kontirolkirina wî cihî bide”.

Ev jî têkesta wê daxuyaniyê ye ku wêneyek bo BasNewsê hatiye şandin:

Piştî serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çend rojên borî de li rojava û rojhilatê Bendava Mûsilê, terorîstên DAIŞê bi armanca zirarkirin bi Pêşmergeyan,  gundê Salihiyê yê ku dikeve başûrê Qisrêc û 3 kîlomitran jê dûre, wek navendekê bo zirarkirin bi Pêşmerge bikar dianîn

Li demijmêr 7ê vê sibê Şemiyê 24.01.2015an Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo şikandina tevgerên çekdarên DAIŞê li wî gundî êrîşî pêgehên DAIŞê li Salihiyê kirin û di heyama 2 demijmêran de ew gund kontirolkirin.

Di encama wî şerî de terorîstan derbeyeke dijwar xwarin û 14 laşên çekdaran ketin destê Pêşmergeyan û 4 otombîl jî li şûn xwe hîştin û Hummareke leşkerî jî ji aliyê pêşmergeyan ve hat teqandin û ti zirarek bi Pêşmergeyan nebû, di operasyona îro de jî, Pêşmerge pêgehên DAIŞê li gundên Sacîe, Haron û Qobik ji aliyê Pêşmerge ve bi dijwarî hatin bombe barankirin.

Êrîşa îroa ya Pêşmerge bo ser terorîstên DAIŞê li gundê Salihiye waneyeke bû terorîstan ku, li her cihekî bi niyazbin êrîşî Pêşmerge bikin yan xelkên wê navçeyê alîkariya terorîstan bikin, wê Pêşmerge bo dûrkirina gefên terorîstan biryara kontirolkirina wî cihî bide.

Çavkaniyekî bilindê leşkerî li eniya Rojava û Rojhilatê Dicle
 

Nûçeyên têkildar