Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgar kirin

Rojhilatê Dîcle-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li eniya rojava û rojhilatê Dîcle yê rojavayê bajêrê Mûsilê herdu gundên Şehiye û Emarbêgê rizgar kirin.
Hêzên Pêşmerge li wê deverê daxuyaniyek belav kirin û tê de dibêjin: “Piştî operasyona me ya roja çarşema borî li eniya rojhilat û rojavayê Bendava Mûsilê û Hêzên Pêşmerge karîn navçeyek berfireh ji destê DAIŞê rizgar bikin, îro jî karîn 2 gundên din li wê deverê rizgar bikin.”
Li gorî daxuyaniya Hêzên Pêşmerge, “Îro Pêşmerge dest bi paqijkirina herdu gundê Şehiye û Emarbêgê yên dorpêçkirî kirin û karîn herdu gundan ji çekdarên DAIŞê rizgar bikin.”
Hêzên Pêşmerge li wê eniyê ragihandin: “Di encama wê operasyonê de, çekdarên DAIŞê ji wan herdu gundan hatine derxistin û bi dehan çekdarên wan jî hatine kuştin, ku 14 term li gundê Şehiye û 5 jî li gundê Emarbêg ketine destê destê me de.”




