26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Şahê Ebdulla

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro serê sibehê, şahê Erebistana Siûdiyê, Şah Ebdullayê kurê Ebdilezîz Al Siûd di temenê 91 salî de koça dawî kir û Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî wî welatî kir.

Rêzdar, Şah Selman kurê Abdulezîz Şahê Erebistana Siûdiyê

Şahzade Meqerin kurê Abdulezîz Cîhnişînê Erebistana Siûdiyê

Gelek bi xem û kovanê ve nûçeya koça dawî ya Şahê Şahnişîna Erebistana Siûdiyê, Şah Abdullah kurê Abdulezîz gihîşt me, ku li rewşeke gelek girîngê navdewletî da serkirdayetiya Erebistana Siûdiyê kir û pêşketin û avadaniyekî zêde pêşkêşî welatê xwe kir û pêşve anî.

Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên rêzdar û gelê Şahnişîna Si'ûdiye dikim, ji xwedayê mezin hêvîdarim cenabê we biparêzê û xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23.01.2015
 

Nûçeyên têkildar